Yusuf Nazım
T24 | 21 Sibat 2024
Xortekî lawînî forma xwe ya gelek bi
pûte dagirtibû dirêjî mêr ê li ber maseya xwe rûniştî kir. Profesorî lênûsk jê
destê wî girt û wî jî bi heman pûteyî hevok bi hevok ber çavan re derbas kir.
Tam êdî gihiştibû dawiyê ji nişkava nav herdu çavên wî bû tarî. Tiştekê bala wî
kişandibû.
Pirsî “Ev çi ye”
Bi tiliya xwe nivîsa li ser formê
nişan dida. Hewl dida bixwîne: “zimanê sêyemîn Kîkûyû?”
Nerme nerm sere xwe hêjand, bi ser
berçavêkên xwe re li xortî nihêrî, careke din li nivîsa li berxwe zivirî:
“Zimanê yekemîn Îngilîzî, zimanê
duyemîn Fransî min fêm kir lê ya sêyemîn çi ye?”
Bi tiliya xwe peyva li ser lênûskê
nişan da û hewl da bixwîne:
“Kîkûyû”
Xortî gotina profesorî dubare kir:
“Zimanê Kîkûyû mamosteyê min”
Profesor di nava şaşwaziyê de mabû.
Çavên wî yên şaşwaz di navbera lênûsk û xortî de çûn hatin:
“Zimanek wiha hey e?”
“Belê mamosteyê min, zimanê min ê
zikmakî ye, ez bi vî zimanî diaxivim”
Profesor soro moro bû, lê hewl da
rengê xwe nede der.
Got; “Ha tamam, zimaneke wiha heye.
Hefteya pêş were encamê hîn bibe”
Piştê hefteyekê xortî careke din li
derê odeya profesorî da. Dema ket hundir profesör rabû ser pêyan.
Got; “Ka were, li vir rûnê”
Xort li cihê ku profesorî nîşan da
rûnişt. Profesorî di nava matmayiya xwe de ruyê xwe miz dida û berdewam kir:
“Hemû tiştên te tamamin. Mijara ziman
jî wisa. Di zimanên yekemîn û duyemîn de tu ketî azmûnê. Te pûanên gelek baş
girtinê. Lê me ji bo pêkanîna azmûna zimanê Tîtûyû kes peyda
nekir.”
Xortî bi rûkeniya xwe got;
“Ne Tîtûyû, Kîkûyû ye mamosteyê min”
sererast kir.
“Bibore, Kîkûyû …”
Xort şaşwazî bûbû û nav çavên wî bû
tarî.
Pirsî; “Dê niha çewa çêbe?”
Profesorî di cihê xwe de pal da,
nêrînên xwe yên neçar li ser xortî gerandin.
Got; “Di vî mijarî de tuyê bi me re
alîkar bî”
Xortî di nava şaşwaziyê de tiliya xwe
bir ser singê xwe;
Got; “Ez? Dûre bi rûkeniya xwe “Gelo
ez çewa dikarim bi we re alîkar bim?”
Profesorî got; “Gelek rihete. Heke tu
bi vî zmanî zanî tu yê kesên ku bi vî zimanî baş dizanin nîşanê me bidî, emê
azmûna te bi wî bidin kirin”
Piştê sê heftayan xortî dema belgeya
xwe ya pejirandina xwendekariya zanîngehê wergirt dît ku her sê zimanan de jî
biserketiye. Di belgeya destê wî de ji bo erêkirina zimanên Îngilîzî û Fransî
nav, paşnav û destnîşanên pisporan ên bi heybet hebûn. Lê ji bo erêkirina
zimanê Kîkûyû tenê şopa tiliyê hebû …
Zimanek bê alfabe: Kîkûyû
Kîkûyû.
Zimanek bê alfabe bû. Di çolbera
erdnîgariya Efrîqayê de zimanê qabîleya Kîkûyû ya kevnare bû. 2 milyon sal berê
bapîrên meyên dişibiyan mirov Homo habîlîs li Geliyê Rîfê ya mezin a Rojhilatê
Efrîqayê rabûn ser her du pêyan û beşek jan ji wêderê derketin û li ser
erdnîgariya cîhanê belav bûn û li gorî şert û mercên xweza û erdnîgariyê di
nava ahengiyê de jiyana xwe berdewam kirin. Bi demê re bi navê Homo Erectûs,
Homo Sapîens, Neandertal hatin binavkirin. Ji vana Homo Sapîens di erdnîgariyên
cuda de gelek ziman afirandiye û heta roja me hatiye.
Beşek ji Homo Habîlîs li Efrîqayê
maye û peresana xwe ya rabûna ser her du pêyan li vir pêkaniye. Ji pêşengên
bapîrên me yên li çarhêlên parzemîna Efrîqayê belav bûne li vir zimanê xwe
pêşxistine.
Zimanê Kîkûyû dibe ku zimanê pêşketê
yê bapîrên me yên 2 milyon sal berê li Efrîqayê nû rabûne ser du pêyan û
dişibiyan mirov be. Kî dizane, dibe ku ev ziman li gorî pêşketina mêjûya wan a
wê serdemê ji peresana hinek dengan û xirîniyên qirikê pêk hatibe û bi sedan
sale qirn bi qirn heta roja me hatibe. Zimaneke bi ewqasî qedîm, bi ewqasî pîr,
bi ewqasî kevnare…
Di azmûna pejirandina xwendekariya
Zanîngeha Cambrîdgê de Xortî, navê Şefê Qabîleya xwe yê herî pîrê qabîleyê weke
zanyarê vî zimanê dabû profesorî. Profesorî kesê ku ji bo dîtina şefê qabîleyê
pêwirdar kiribû çûbû şefe qabîleyê dîtibû û jê re rewş vegotibû. Şef gotibû ez
wî ciwanî dinasim, ew bi vî zimanî baş dizane, lê ji ber ku Şef nezane
destnîşanê bavêje şopa tiliya xwe datîne ser lênûska li ber xwe…
Temenek di oxira peresana mirov de hatiye bexşkirin
Xortê ku di sala 1922’yan de di forma xwe ya Zanîngeha Cambridge ji sê zimanên ku dizane yek ji wan Kîkûyû nivîsandibû û di lêkolînên xwe yên li ser peresana mirov de encamên zanistiyên gelek girîng bi dest dixe û pêşî li pêşketinên gelek girangbûha vedike Antropolog & Paleantropolog ê navdar Profesor Louis Leakey bixwe bû.
Di sala 1960’an de Louis, Mary û Philip ê 11 salî, li nêzikê Olduvai Gorge sîtî yê ku 2 milyon sal bêrê mirovên ewil têde jiyane kolanê dikin. |
Louîs Leakey, kurê malbateke misyoner
bû. Di sala 1903’yan de li Kenyayê ji dayika xwe bûbû. Malbata wî li çiyayên
Kenya ya mêtîngerê Ingilîztanê di nava qabîleya Kîkûyûyan de dijiya. Dê û
bavê Louis Ingilîz bûn lê ew di nava
Kîkûyûyan de ji dayika xwe bûbû. Her çiqasî çerm spî bû jî bi çand û
kevneşopiyên wan mezin bûbû û her tim xwe kesek ji Kîkûyûyî didît. Zarokatiya
wî di nava xûç û birayên wî yên Kîkûyûyiyan de derbas bûbû; bi wan re lîztibû,
tîr û kevan bikaranîbû, nêçîrvanî kiribû, şop şopandibû, hinê çêkirina defikê
bûbû. Dema ku bitena serê xwe dima diçû şikeftên derûdorên newal û derûdorên
çeman digeriya. Louîs bi wan kevirên balkêş ên dişibiyan cam ku di temenê xwe
yê zarokatiyê de li wan deran komkiribûn di rêwitiya zanista antropoloji û
fosilan de derket asta herî jor. Di heman demî de bi wergitina du lîsansên ji
Zanîngeha Cambridgê derdikeve rêwîtiya bêdawî ya ber bi kok û rehên peresana
mirov ve.
Di wê rêwîtiya xwe ya ku bi
heskirineke mezin destpêkiribû de kevirên balkêş ên ku liderûdorên newalên
çiyayên Nairobî komkiribû wî gav bi gav ber bi kişf kirina wargeha kevnareya
fosîlan a Olduvai Gorge ve dibin.
Bi hevjîna xwe Mary Louis re li
wêderê bivirên dest, fosîlên sewalên ku neslên wan winde bûye û hestiyên
mirovên ewil ên aydê milyonan sal berê dibînin. Hinek ji wan hestiyan aydê
mirovê ku 2 milyon sal berê nû rabûbû ser du pêyan, hinek ji wan jî aydê
pirîmatên ku 18 milyon sal bere jiyane ne…
Louis Leakey, bi wê lêkolîna xwe têza
zanistên fosîlan a peresana mirov li Ewropa û Asyayê pêkhatiye serûbino dike û
bi îspatkirina destpêka peresana mirov li Efrîqayê dest pê kiriye navê xwe di
dîroka zanistê de dide nivîsandin.
Pirtûka Gramera Kurdî ya yekemîn |
Gelo hûn dizanin zimaneke me yê Kîkûyûyî yê kevnareyê ku kok û rehên wê di kûrahiya hemû erdnîgariya Mezopotamya û Anatolyayê de belav bûne heye?
Ji wê zimanê re dibêjin Kurdî. Li
hinek deveran kesên bi wê zimanî diaxivin kêm û bêrûmet têndîtin, di hinek
bajaran de milê xwe li ciwanên wan dixin, stranên wan nîşaneyên terorê tên
dîtin, di dadgehan de jî weke zimanê nayê zanîn tê pênasekirin.
Ji vê erdnîgariyê gelek dûr, li
Romayê di sala 1787’an de pirtûka Gramerê ya vî zimanî hatiye weşandin. Navê wê
pirtûka ku 237 sal berê hatiye weşandin "Grammatîca e Vocabolarîo Della
Lîngua Kurda" yanî “ Gramera Zimanê Kurdî û Zanîna Peyvan” e. Ew berhema
ku ji hêla rahîbê Îtalyanî Maurîzîo Garzonî ve hatiye nivîsandin weke Pirtûka
Gramera Kurdî ya yekemîn tê zanîn.
Zimanê ku îro hêjî li welatê me nayê
zanîn çaryek hezar sal berê li Ewropayê Pirtûka Gramera wê hatiye nivîsandin;
Kurdî ye!
Û yên ku bi israr û bi inyat bi vî “zimanê ku nayê zanîn” diaxivin Kîkûyûyiyên me yên bêsiûdin.
15 Gulanê roja cejna zimanê Kîkûyiyên me yên Kurdî ye, li wan pîroz be.
Ji malpera T24'ê werger: Mehmet Şahîn
Türkçesi: https://t24.com.tr/yazarlar/yusuf-nazim/kikuyu-dilinde-imza,43641
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
yusuf.nazim1@gmail.com